Tirkiy:Li Cerablusê 4 Endamên Arteşa Azad a Suriyê canê xwe ji dest dan

15e din jî birîndar bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, di çarçoveya operasyona  Cerablûsê de 4 Endamên Arteşa Azad a Suriyê canê xwe  ji dest dane.

Sererkanî diyar kir ku, operasyona wan di roja xwe ya 38 mîn de li bajarê Azez û Raiyê berdewam dike û duh 50 bingehên DAÎŞê bi 158 caran hatine topbaran kirin.

Herwiha bi 80 mûşekan bingehên DAÎŞê hatine xistin. Li gor dazanîna sererkaniya Tirkiyeyêcar caran şer û pevçûn jî rû dane û di encamê de 4 Endamên Arteşa Azad a Suriyeyê canê xwe  ji dest dane 15 jî birîndar bûne.