Yekitiya Ewropayê: Erdogan derwan dike
Yekîtiya Ewropa herî dawî 467 mîlyon pere dane Tirkiyê.
K24-Navenda Nûçeyan
Yekitiya Ewropayê daxûyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî a derbarê alîkariya penaberan de derew dêrxist û got di demên dawî de alîkariya pereyan a ji bo penaberan lezgîntir tên gihandin.
Li gor nûçeya Malpera Dengê Amerîkayê Komîsyona Yekitiya Ewropayê diyar kiriye ku, di çarçoveya peymana navbera Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê ya derbarê alîkariya penaberan de Yekitiya Ewropayê pabendê sozên xwe ye. Daxûyaniyên Erdogan ne rast in û alîkariya wê peynmanê jî nakin. Ji 3 Mîlyar Euroyan 2.24 Mîlyar Euro ji bo alîkariya mirovî hatiye terxan kirin û wan herî dawî 467 mîlyon pere dane Tirkiyê.
Erdogan berî niha ragihandibû ku, Yekitiya Ewropayê soza dayîna 3 Mîlyar Euroyan dabû wan lê heta niha soza xwe cih be cih nekiriye. Erdogan nerazîbûn nîşan dabû gotibû Yektiya Ewropayê ne pabendê soza xwe ye.