Itîlafa Opozîsyona Sûriyê teqîna Hesekê şermezar kir

Kesên ew kiryar li ahinga şahiyan li bajarê Hesekê kirîn dê werin dadgehkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Itîlafa Opozîsyona Sûriyê teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir, da zanîn ku, ewê wan kesên ku, ew kiryara teroristî kirîn radestî dadgehan bikin.

Di beyanameyekê de Itîlafa Opozîsyona Sûriyê teqîna ku, berî du rojnan li bajarê Hesekê ji aliyê DAIŞê ve hatî encam dan û tê de li gor zanyariyên K24ê 45 kes şehîdbûn û 95 kesên din birîndar bûn şermezar kir.

Herwiha di beyanameyê de opozîsyona Sûriyê tekezî li ser şerê li dijî DAIŞê û kiryarên terorî kir, diyar kir ku, ew kesên van kiryaran dikin dixwazin zerarê bighînin şoreşa Sûriyê û fitneyekê di nav pêkhateyan de dirûst bike.

Opozîsyona Sûriyê aşkere kir ku, twanên terorî ci bi avêtina bermîlên bombekirîbin yan bi kembarên bombekirîbin her yekin, tekez kir ku, kesên van kiryara dikin bi siza namînin û ew dê werin dadgehkirin.