Li navçeya Weranşarê leşkerek hate kuştin

Êrîş li navenda leşkeran hate kirin.

K24-Navenda nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Weranşarê leşkerek hate kuştin.

Li bajarê Rihayê navçeya Weranşarê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)yê êrîşê qerekola leşkeran kirin.

Piştî ku, leşkeran bersiv da navber wan de pevçûnek dijwar derket. Di encamê de leşkerekî bi giranî birîndar bû. Lêbelê leşkerê birîndar piştî li nexweşxaneyê hate rakirin  canê xwe ji dest da.