Li Wanê 10 kes hatin girtin
Li bajarê Qersê navçeya Qaxizmanê jî 11 kesên berî niha hatibûn girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê 10 kes hatin binçavkirin.
Li bajarê Wanê Taxa Xaçort û Bostaniçiyê û navçeya Qelqeliyê polîsan operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin.
Di encama operasyonê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê yê Şaxa Qelqeliyê jî nav de 10 kes hatin binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirinan de ti agahî nehatin belavkirin.
Ji alîkî din ve li bajarê Qersê navçeya Qaxizmanê jî 11 kesên berî niha hatibûn binçavkirin 5 kes piştî mehkemekirinê hatin girtin.