Dêrsim.. Meha Muharemê wek meha reşgirêdan û rojîgirtinê tê dîtin
Li gorî salnameya hicrî di sala 61an, li gorî salnameya miladî jî di sala 680an de di heyama Yezîdê Fermandarê Emeviyan yê 2emîn de li Kerbelayê Hz.Hûseyîn tê kuştin. Hz.Hûseyîn kesekî ehlibeytê bû û ji ber kuştina wî her sal 10emîn roja di meha Muharemê de rojî tê girtin û şîn tê girêdan.
K24 – Dêrsim
Li gorî salnameya hicrî di sala 61an, li gorî salnameya miladî jî di sala 680an de di heyama Yezîdê Fermandarê Emeviyan yê 2emîn de li Kerbelayê Hz.Hûseyîn tê kuştin. Hz.Hûseyîn kesekî ehlibeytê bû û ji ber kuştina wî her sal 10emîn roja di meha Muharemê de rojî tê girtin û şîn tê girêdan.
Mislimanên ku li gorî baweriya Elewî û Bektaşiyê tevdigerin, Meha Muharemê ya ku wek meha reşgirêdan û rojîgirtinê tê dîtin, 12 rojan rojiyê digirin. Elewî Rojiya Muharemê de ji ber ku li Kerbelayê rêya Hz.Hûseyîn tê girtin û bê av tê şehîdkirin, heta ku ji destê wan de tê avê venaxwin û di cihê avê de; çay, dew û şerbet tê vexwarin.
Li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ya ku piranî Elewî lê dijîn, digel hatina Meha Muharemê welatiyan berê xwe dane Cemxaneyan. Di Cemxaneyan de ji bo rojiya ku dê 12 rojan berdewam bike, xwarina fitarê tê belavkirin. Kalikên Elewiyan giringiya rojiya reşgirêdanê ji K24ê re rave dikin.
Kalikê Elewiyan Mehmet Xalis: "Em wek Elewî ji bo Îmam Hûseyîn û 12 Îmamên ku li Kerbelayê hatine şehîdkirin, di rêya wan de 12 rojan rojiyê digrin, em di wan 12 rojan de ajalan serjê nakin, dîlan û şahiyê nakin, kêfxweş nabin, traş nabin û eraqê venaxwin. Em şînê digrin di rêya xwedê û Hz.Hûseyîn de em rojiyê digrin. 12 rojan em her roj sohbetan dikin."
Elewiyên Dêrsimî di vê heyama rojiya 12 rojan de êşên ku li Kerbelayê hatibûn kişandin bi bîr tînin û ji bo ku kesek di vê heyamê de rondika nebarîne jî bi baldarî tevdigerin. Xwarinên bi goşt nayên xwarin û zirarê nadin dar û bostan û gulistanan.
Dêrsimiyan jî rave kir ku, ew rojiyên ku îsal digrin bila pêşiya aştiyekê veke ji bo hemû cîhanê û zilma li her derê berdewam dike bi dawî bibe.
Welatî Zarîfe Kiliç jî dibêje: "Di vê mehê de em goşt naxwin. Em êşên ku hatine kişandin bibîr tînin. Heta ku ji destê me bê em dilê kesê nahêlin. Ev roja dayika Fatma ye. Em hêvîdarin ku ev rojiyên ku em digrin bibin wesileya aştiyeke mayînde û zilma li ser însanan bi dawî bibe."
Kesên ku di vê mehê de 12 rojan rojî digirin di roja 13an de li Kerbelayê ji ber rizgarbûna Îmam Muhammed Mustafa Zeynel Abîdîn qurban tê serjêkirin û aşûre tê çêkirin û belavkirin. Herwiha heya mehekê çêkirin û belavkirina aşûreyê jî berdewam dike.