3 birîndarên teqîna Hesekê gihêştin Başûrê Kurdistanê
Sê birîndarên teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bo çareserkirina tenduristî gihêştin bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê birîndarên teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bo çareserkirina tenduristî gihêştin bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê.
Sê birîndarên bajarê Hesekê ji ber kêmbûna dermanan û alavên bizîşkî û bi mebesta dermankirinê bo nexweşxaneyên bajarê Dihokê hatin veguhestin û de nava wan de zarokek jî heye.
Duh jî zarokekî şeş mehî ji bo çareserkirina tenduristî gihiştbû nexweşxaneyeke bajarê Dihokê, lê ji ber giranya birînên wî, canê xwe jidest da. Herwiha birîndarekî din jî niha li bajarê Hewlêrê tê dermankirin.
Li bajarê Hesekê li holeke şahIyan di dema şahIyê de êrîşeke xwekujî hat kIrin, ku di encamê de û li gor Seroka Desteya Tenduristiyê li Qamişlo, 34 kes şehîd bûn û derdora 90 kesî jî birîndar bûn.