Êrîş li avahiya parêzgariya Diyarbekirê hat kirin
Şeva borî, polîsên pêş avahiya parêzgariya Diyarbekirê bûn armanca êrîşeke çekdarî. di encamê de polîsek birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva borî, polîsên pêş avahiya parêzgariya Diyarbekirê bûn armanca êrîşeke çekdarî. di encamê de polîsek birîndar bû.
Parêzgariya Diyarbekirê da xuyakirin, polîsên ku di nav otombêla Toma de bûn rastî êrişê hatine û piştî pevçûnek kurt êrişkar ji cihê bûyerê dûr ketine.
Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku, di encama wê êrîşê de polîsek birîndar bû.
Parêzgariyê herwiha da zanîn, ji ber bûyerê li Diyarbekirê operasyon hatiye destpêkirin.