Putîn dê li Tirkiyê bi Erdogan re bicive

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn re bi riya telefonê pêwendî danî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn re bi riya telefonê pêwendî danî.

Li gor çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê Erdogan û Putîn pêwendiyên dûalî yên navbera Tirkiye û Rûsyayê û bûyerên dawî yên li Sûriyê gotûbêjkirin.

Her du serok li ser giringiya dawîbûna şerî a li Sûriyê û veguhestina alîkariyên mirovî sekinîne.

Biryar e Putîn di çarçoveya Kongireya Enerjiya Cîhanê ya ku li Stenbol tê lidarxistin de, 10ê Cotmehê serdana Tirkiyeyê bike û bi Serokomar Erdogan re jî bicive.