Esed çarenvîsa çekdarên opozîsyonê diyar dike

Da zanîn ku, ewê Sûriyê bi temamî kontirol bike, di nav de jî bajarê Helebê.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, ew dê bajarê Helebê bi temamî kontirol bike, da zanîn ku, ewê bi rêya lêborîneke giştî rê bide çekdarên opozîsyona Sûriyê ku, ji rojhelatê wî bajarî derkevin.

Derbarê vê yekê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de li gel Televzyona T.V2 ya Danimarkî tekez kir ku, ewê Sûriyê bi temamî kontirolbike,  di nav de jî bajarê Helebê yê ku, niha rejîma Sûriyê bi tundî rojhelatê wê topbaran dike.

Esed da zanîn ku, bila çekdarên Opozîsyonê ji Helebê derkevin û dê bi rêya rêkeftinên navxweyî û lêborîneke giştî rê bide wan çekdaran, ji rojhelata bajêr derkevin.

Esed di hevpeyvîna xwe de jî tekez kir ku, siyaseta wêrankirina nexweşxaneyan, dibistanan û dezgehên sivîl li cem wan nîne, dibe ku, Artêşa Sûriyê bi şaşî hin caran kiribe.Herwiha Aşkere kir ku Amerîka naxwaze proseya aştiyê li Sûriyê pêk were.