Li Stenbolê Sêyemîn festîvala qehweyê destpêkir

Ev mîhrîcana ku hezkiriyên qehweyê di gel hev kom dike dê heta 9 cotmehê berdewam bike.

K24-Stenbol

Sêyemîn mîhrîcana qehweyê li Stenbolê destpêkir. 150 kompanî bi her cûre qehweyên xwe beşdarî mîhrîcanê bûn. Bi rêya vê mîhrîcanê çarmedorê parka ku mîhrîcan lê tê lidarxistin bi bêhna qehweyê tijî bû.

Mîhrîcana qehweyê ya ku wekî mezintirîn mîhrîcana qehweyê ya Ewropayê tê zanîn li Stenbolê destpêkir. Bêhna qehweyê ji Parka ku festîval lê tê rêvebirin belavî Stenbolê bû. Ew kesên ji qehweyê hezdikin jî bi rêya bêhna qehweyê hatin cihê mîhrîcanê.

Qehwefiroş Arîf Efe wiha got:"Ji bo havyara qehweyê, cîhazeke taybet hewce dike. Kefzerê algenî ku di nav molekulên gastronomî de tê bikaranîn dixin nav cîhazê. Pîştre hûrik hûrik dikin. Herî dawî du caran di nav ava bi xweyê de tê şûştin."

"Mîhrîcana qehweyê ya îsal, li gor salên berê gelek xweş e û di vir de hemû cureyên qehwê mirov dikare peyda bike."

Di mîhrîcanê de gelek mekîneyên cûda yên qehwe çêkirinê jî hatin danasîn û ev makîne ji cemeda qehweyê çêdike.

"Ev makîne qehweya cemidî çêdike. Cemedê dixin cihê jor û dilop bi dilop dikeve nav qehweyê. Herî dawî di nav şûşeya kûpikan de qehwe amade dibe. Di nav 18 û 24 demjimêran  de şûşeya kûpikê tije dibe."

" Pir xweş e min pir eciband cara yekem e ez bi makîneyeke profesyonel qehwê çêdikim û vedixwim."

" Me digo em ê heta nîvro bimînin lê me dît ku ciheke pir xweş e loma em ê heta dawiya rojê li vir bibin."

Ev mîhrîcana ku hezkiriyên qehweyê di gel hev kom dike dê heta 9 cotmehê berdewam bike.