Heta niha doseya lêpirsîna kuştina Mişel Temo vekiriye
5 sal bi ser şehîbûna wî re derbasbûn.
K24-Qamişlo
Piştî 5 salan ji şehîdbûna siyasetmedarê Kurd Miş'el Temo heta niha niha dosya lêpirsînê di kuştina wî de vekirî maye.
Mişe'l Temo di nava rewşenbîr û siyasetmedarên Sûriyê de bi nav û denge, di sala 2000an de yaneya Celadet Bedirxan a hevpeyvînê avakir, têde doza Kurd di nava civaka Sûriyê de bi naskirin da.
Di sala 2005 an de Şepêla Pêşeroja Kurd ava kir û bi riya wê re rêbazeke çandî, siyasî nûjen pêşkêş dikir, berdewam daxwaza guhertinê dikir lewma rastî astengî û girtinê ji aliyê hêzên ewlehiya Sûriyê ve hat.Malbata wî dibêjin ku, Miş'el Temo weku serkirdeyekî xwedî bandoreke mezin li kolan û ciwanên Kurd bû, dixwest doza Kurd bike dozeke niştîmanî di Sûriyê de ku çareseriya wê li Şamê ye.
Tevî hin belge hatine eşkerekirin ku bi biryarekê ji serkiredên rêjîma Sûriyê Miş'el Temo hatiye kuştin, lê endamên malbata wî dibêjin ku şêwe û dema kuştina Miş'el Temo diyar dike ku rêjîm yek ji destekên pêkanîna kuştinê bû, herwiha hin hêzên herêmî û navdewletî jî di kuştina wî de tewanbar dikin.
Dosya kuştina Miş'el Temo ne li dijî kesekî nenas hatiye tomarkirin, lê ji ber ku lêpirsîna di kuştinê de ji aliyê tu hêzan ve nehatiye xwesipartin, dosya kuştina wî vekirî maye.Di sala 2008 an de Miş'el Temo ji aliyê hêzên ewlehiya asimanî a Sûriyê ve hate girtin û bi tawana qutkirina beşekê ji Sûriyê weku her car- 3 sal û nîvan hate sizakirin.
Di havîna 2011 an de piştî lêbûrîneke giştî serbest hate berdan, dema gihişte bajarê Qamişlo biryara tevlîbûna xwe ji şoreşê re da.Di wê dema kurt de ji beriya ku bê kuştin Miş'el Temo beşdarî di hemû xwepêşendanan de dikir, têde bi tund rejîma sûriyê rexne dikir.
Di 7ê çireya pêşî sala 2011an de û berî ji Sûriyê derkeve bi çend demjimêran Miş'el Temo di malekê de li bajarê Qamişlo ji aliyê girûpeke nenas ve hate kuştin.Dosya kuştina wî tu hêzên siyasî Kurdî yan jî Sûrî nespartiye xwe.
Kuştina Miş'el Temo xelekeke din di zincîra kuştina çalakvanan de li Sûriyê zêde dike, û kiryarên hovana bi bîrtîne mîna kuştina Şêx Me'şûq û Nisredîn Birhik, ku dosyên lêpirsîna kuştina wan helawestî dimîne.