Serdozgeriya Komarê 6 parlamenterên HDP xwestin lêpirsînê

Di 20'ê Gulana 2016'ê de Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya 55 Parlamenterên HDP'ê rakiribû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bi armanca lêpirsîn û îfadeyê bang li 6 parlamenterên HDP kir.

Parlamenterên HDP'ê Leyla Zana, Altan Tan, Meral Daniş, Sîbel Yîgîtalp, Îmam Taşçîer û Nîmetullah Erdogmuş, ji hêla dadgehê ve bo îfadeyê hatin vexwendin.

Di vexwendina nivîskî ya serdozgeriyê Diyarbekirê de behsa sedemê lêpirsînê nehat kirin.

Di 20'ê Gulana 2016'ê de Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya 55 Parlamenterên HDP'ê rakiribû. HDP hê berê dabû xuyakirin, ew bixwe naçin îfade nadin û eger bi darê zorê bên birin dê berxwe bidin.

Heta niha, sedozgeriya Komarê, Hevserokên HDP Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bang li piraniya parlamenterên HDP'ê kiribû.