Li Diyarbekirê mamostatiya 642 kesan hat betalkirin
Tê çaverêkirin, di nav 10 rojan de kesên ku, mamostatiya wan nehatiye betalkirin vegerin karê xwe.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê ji 4 hezar û 313 mamosteyên ku kar hatibûn dûrxistin, mamostatiya 642 kesan hat betalkirin.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 11 hezar û 500 mamoste bi hinceta endamtiya PKK ji kar hatibûn dûrxistin ku ji wan 4 hezar û 313 mamoste yên Diyarbekirê bûn.
Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand ku, lêpirsîna mamosteyên Diyarbekirê temam bû lîsteya 642 kesên ku, mamostetiya wan hatiye betalkirin, aşkera bû.
Tê çaverêkirin, di nav 10 rojan de kesên ku, mamostatiya wan nehatiye betalkirin vegerin karê xwe.
Piştî kardûrxistina mamosteyan gelek kes hatibûn binçavkirin û 11 mamoste li Diyarbekirê hatibûn girtin.