Derfeta kar di K24ê de

Pêwîstiya Kurdistan24ê bi bêjeran (her du regezan) heye, her kesê dixwaze di vî warî de û li gor van mercên jêrîn kar bike, heta 20 Cotmehê C.V ya xwe pêşkêş bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêwîstiya Kurdistan24ê bi bêjeran (her du regezan) heye, her kesê dixwaze di vî warî de û li gor van mercên jêrîn kar bike, heta 20 Cotmehê C.V ya xwe pêşkêşî K24ê bike.

Merc:

  • Zimanê Kurdî (Soranî yan Kurmancî) bi awayekî baş bizane, baştir e jî her du zareveyan bizane.
  • Heger zimanekî din wek (Îngilîzî, Erebî) bizane, bextê wergirtinê zêdetir dibe.
  • Di warê ragihandinê de şareza be, heger derçûyê zanîngehê beşê ragihandinê be, bextê wergirtinê zêdetir dibe.
  • Karîna karkirina bi awayelî bikomî û bi tîman re hebe.
  • Ezmûna ragihandinê hebe, bi taybet di warê dariştina nûçe û karê peyamnêriyê.

Her kesek van mercan di xwe de dibîne, C.V bo vê Emailê bi rê bike:

hrkurdistan24.net