Qamişlo.. Asayişa Rojava 3 bizîşk serbest berdan

Li Qamişlo, duh 3 pizîşkên Komîteya Tenduristiyê ji aliyê asayişa Rojava hatibûn girtin. Îro danê êvarê serbest hatin berdan.

K24 – Qamişlo

Li Qamişlo, duh 3 pizîşkên Komîteya Tenduristiyê ji aliyê asayişa Rojava hatibûn girtin. Îro danê êvarê serbest hatin berdan.

Bi behaneya ku belgeyên sext radestî nexweşan dikin ji bo ji Rojava derkevin û berve bi başûrê kurdistanê ve biçin, duh danê êvarê Asayişa Rojava 3 pizîşkên Komîteya Tenduristiyê (Zuhrab Orhan, Mesûd Şêxmûs û Yihiya Sedûn) girtibûn.

Weke lirûderketinekê li dijî vê kiryara Asayişa Rojava, nêzî 40 bizîşkên bajêr serî li Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Saroxan dan û ji wî re tekez kirin ku, bizîşkên girtî ji vê tuhmetê bê sûc in.

Li gor berpirsên Desteya Teduristiyê, heger ev tawan li ser bizîşkên girtî bê tekezkirin, ji bilî sezakirinê dê ji Komîteya Tenduristî jî bên dûrxistin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, îro danê êvarê her sê bizîşk (Zuhrab Orhan, Mesûd Şêxmûs û Yihiya Sedûn) ji aliyê Asayişa Rojava ve serbest hatin berdan.