400 hefte ne xizmên wendahiyan li aqûbeta zarokên xwe digerin
Li Diyarbekirê xizmên wendahiyan û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 400’emîn de bi çalakiyekê, li aqûbeta zarokên xwe yên faîlên wan ne diyar in, pirsîn. Parlementerên HDP û CHP’ê û rêveberên DBP’ê jî piştgiriya malbatan kir.
K24 – Diyarbekir

Çalakî li Navenda Çandê ya Cegerxwînî hat lidarxistin. Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê Racî Bîlîcî got, li Kurdistanê hîn jî tawanên mirovahiyê tên kirin.
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncelê di çalakiyê de got; heta ku birînên gel neyên dermankirin, mirov nikare qala aştiyê bike.
Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP)’ê Sezgîn Tanrikûlû jî got, ev çalakî wijdanê gel e; lê şerma dewletê ye.
Hevserokê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî peyamek ji bo çalakvanan şand û amaje kir ku, çalakiya wan dengê edaletê ye.