Li Şemzînanê 8 leşker hatin kuştin
Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Şemzînanê li dijî leşkergehekê bi otombîleke bombebarkirî êrîş hate kirin. di encamê de 8 leşker hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Şemzînanê li dijî leşkergehekê bi otombîleke bombebarkirî êrîş hate kirin. di encamê de 8 leşker hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
Îro li navçeya Şemzînanê gundê Dûreyê nêzikê leşkergehekê otombîleke bombebarkirî hate teqandin. Piştî teqînê pevçûnek dijwar derket û şer heta demjimêrekê berdewam bû.
Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşa li Şemzînanê de8 leşker hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn. herwiha dest bi operesyoneke berferh li navçê kirine.