Asayîşa Amûdê 5 kesan ji yek malbatê digre

Dema xwestin ciwanekî bizorê bibin leşkeriya neçar ji aliyê malbata "Seidî" rêgirî li ber wan hete girtin û berevaniya wî ciwanê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Amûdê li Rojavayê Kurdistanê pênc kesan ji yek malbetê piştî pevçûnekê ligel endamên asayîşê  digre .

Li gor peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo, şevê din Asayîşa bajarê Amûdê dema xwestin ciwanekî bizorê bibin leşkeriya neçar ji aliyê malbata "Seidî" rêgirî li ber wan hete girtin û berevaniya wî ciwanê kirin.

Piştî pevçûnê Asayîşê du kes ji wê malbatê bi navê Silêman Ibrahîm Seidî û birayê wî Salih hatin girtin.Herwiha derengiya şeva borî Asayîşa Amûdê 3ê kes ji heman malbatê girtin.

Tê zanîn ku, di dema dawî yê de girtina ciwanan bi armanca leşkeriya bi zorê zêde bûye.