Li Diyarbekirê Dibistana Ferzad Kemangar hat girtin
Perwerde di wê dibistanê bi zimanê Kurdî bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku bi zimanê kurdî perwerde dide ji hêla Parêzgariya Diyarbekirê ve hat daxistin.
Deriyê Dibistana Ferzad Kemangar ku bi zimanê dayîkê perwerde dide zarokên 5 heta 11 salî ji hêla parêzgariya Diyarbekirê ve hat morkirin.
Çavdêrên Perwerdehiya Tirkiyê ku beriya 4 rojan li dibistanê lêkolîn kiribûn, îdîa kirin bernameya dibistanê ne li gor rêznameyê Wezareta Perwerde ye û bi daxwaza daxistinê serî li parêzgariyê dan.
Ser fermana parêzgariyê polîsan bi otombêlên zirxî deriyê dibistanê morkirin û nivîsa fermî ya parêzgariyê ser deriyê danîn.
Li dibistanê ji 200 zarokan zedetir xwendekaran perwerde didîtin.