Pencemor ji Serokwezîr û cîgirê wî hate wergirtin
Li şeş navenda tomarkirina zanyariya bo karta eliktironî bi rê ve diçe û bo 3ê mehan berdewame.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand ku, projeya bi eliktironîkirina sîstema mûçeyên fermanberên Hikumeta Herîma Kurdistanê îro, destpê dike.herwiha tomarkirina zanyariyên mûçeyên hemû karmend, xaneniş, torê komelayetî, kesûkarên şehîd û enfalkiriyan dê bi karta eliktironî bê wergirtin.
Di daxuyaniyeke taybet bo K24ê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî da zanîn ku, eliktironîkirina sîstema mûçeyê karmendên hikumeta herêmê ji Serokayetiya Encûmena Wezîran destpêdike, li gor pilanê Serokê Encûmena Wezîran û cîgirê wî îro ew kart bo wan jî tê çêkirin.
Dizeyî da zanîn ku, Gulana borî biryar li ser eliktironîkirina sîstema mûçeyên karmendên herêmê Kurdistanê hatibû standin, herwiha projeya komkirina zanyariyan, pencemor û bîboka çav li şeş navendan bi birêve diçe û bo demê sê mehên berdewam dibe.Aşkere kir ku, ew sîstem mezintirîn asankirariye bo wergirtina mûçe û rewşa darayî .
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê wê porjeyê amaje bi hisabê bankê bo fermanberan kir ku, fermanber bi rêka bankê dê mûçeyê xwe werbigre.