Barzanî: Du mûçe namîn in
pêngaveke giring e.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Hikumeta Herîma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, projeya elektronîkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê pêngaveke giringe bo çaksaziyê ye, da zanîn ku, du mûçe namîn in.
Serokê Hikumeta Herîma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand ku, projeya elektronîkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê berî çend mehan destpê kirye, da zanîn ku, cihên taybet hatine destnîşankirin bo tomarkirina navê karmenan, herwiha amaje bi rola fermangeha teknelojîya zanyarî ya ser bi Encûmena Wezîran û ofîsa Cîgirê Hikumetê kir.Herwiha daxwaz ji hemû karmendan kir ku, beşdariyê di proseyê de bikin û navê xwe tomarbikin.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokwezîra Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku, destpêkirina vê pirojeyê rojeke giringe û pêngaveke stratejîke bo çaksaziyê , da zanîn ku, ew dê dest bi porjeyeke çaksaziyê ya nû bikin.
Li gor Talebanî biryare di heyama sê mehande yek milyon û 400 hezar karmend dê karta eliktironî werbigrin, herwiha hisabî benk bo hemû fermanberan çêdikin daku, bi rêya kartê mûçeyên xwe werbigrin.