ENKS daxwaza hevahengiyekê bo azadkirina girtiyên siyasî dike
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bangewaznameyek belav kir û tê de daxwaz ji rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî kir ku, bi ENKSê re daxwaza azadkirina girtiyên siyasî yên ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin, bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bangewaznameyek belav kir û tê de daxwaz ji rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî kir ku, bi ENKSê re daxwaza azadkirina girtiyên siyasî yên ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin, bikin.
Di bangewaznameya ENKSê de hat: “Ji ber beşdariya endam û alîgirên ENKSê di merasîma oxirkirina şehîdekî Pêşmerge di şerê DAIŞê de, bi dehan çalakvan, endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê desthilatên ser bi PYDê ve ji 3 mehan ve girtî ne.”
ENKSê di bangewaznameya xwe ragihand ku, ev kiryarên li dijî ENKSê tê meşandin, li dijî mafê mirovan û belge û peymanên navdewletî ne, herwiha li dijî perensîpên mirovahiyê û giyanê Kurdayetî ne.
Herwiha, ENKSê daxwaza hevahengiyekê ji rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî kir ku, bi ENKSê re daxwaza azadkirina girtiyên siyasî bikin û kar bo girtina dosya girtiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê bikin.
ENKSê navên çalakvan, endam û serkirdeyên wê yê girtî diyar kir, ku ji merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihmed Seîd di roja 15 Tîrmehê de girtî ne, ev in:
- Mihemend Îsmaîl: Berpirsê Rêvebir ê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S).
- Neşet Zaza: Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê.
- Nafê Ebdulah: Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê.
- Ebdulkerîm Hacî: Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê.
- Selah Peyro: Endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê.
- Ebulah Kedo: Endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd (PYKS).
- Ebilkerîm Mehmûd: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.
- Bextiyar Resûl: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.
- Dijwar Tewfîq: Endamê Sekretariya Yekîtiya Xwendekar û Xortên Kurdistanî.
- Ebdilmelêk Hito: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.
- Mehmûd Cindî Lewend: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.
- Ebdilrehman Ebdî Şeng: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.
- Fewzî Hesen: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.
- Casim Mihemed Bilî: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.
Herwiha bi dehan ji çalakvan û alîgirên ENKSê:
- Cafer Baqî Idrîs.
- Teysîr Hito.
- Fêsel Qadirî.
- Berzan Şêxmûs.
- Ferhan Hesen Hesen.
- Ayaz Ferhan Osman.
- Golan Behrem Ebdî.
- Omer Salih Cemîl Omer.
- Cafer Hisên.
- Remedan Ebas.
- Mizgîn Remedan Hesen.
- Mihemed Şêx Mûse.
- Kawa Kenreş.
- Fehed Coan:
- Mihemed Ebdî.
- Alan Mistefa.
- Mahir Ehmed Erebo.