Tahir: Girtina siyasetmedaran li dijî belgeyên mafên mirovan e
Serokê xwecihiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihsin Tahir ji K24 re ragihand ku, girtina li Rojava dibe li dijî belgenameyên mafên mirovan e, ji ber ku girtineke siyasî ye û ew kesên girtî jî, tenê ji bo bîr û baweriyên xwe hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Tahir bang li tevahiya saziyên mafên mirovan kir, da ku fişarekê bikin ji bo serbestberdana girtiyan. Tahir da zanîn jî, rewşa tendursitî ya hin girtiyan ne baş e.
ENKSê îro daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku, bi dehan endam û serkirdeyên wê ji merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihmed Seîd di roja 15 Tîrmehê de girtî ne. Herwiha hat ragihandin ku, di rojên nêzîk de 19 serkirde û endamên ENKS dê ji aliyê Dadgeha Gel ya Rêveberiya Xweser ve li Qamişlo dê bêne dadgehkirin.