li Qamişlo otombîla dermansazekê hat şewitandin
Li pêşiya mala wî ji aliyê kesên nenas ve hate şewtandin.
K24-Navenda Nûçeyan
li bajarê Qamişlo Otomobîla dermansazê Kurd Ebdulrehman Hemê li pêşiya mala wî ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.
Li gorî peyamnêrê kurdistan24ê li bajarê Qamişlo demjimêr 3ê piştî nîvro li pêş mala derman sazê Kurd Ebdulrehman Hemê otomobîla wî bi temamî hate şewitandin.ji aliyê xwe ve Hemê tu daxuyanî ji ragihandinê re diyar nekir, tenê diyar kir ku, ew tu kesî tûmetbar nake.
Dermansazê navbûrî di gireva birçîbûna Encûmena Xwecehiya rojhilatî Qamişlo ya girêdayî bi ENKSê ve, di Îlona borî de hatibû çêkirin piştgiriya çalakvanan kir û gelek alîkariyên tendirustî ji wanre pêşkêşkiribû.