PDK-Bakur: Bidestxistina mafan bi rêya demokrasiye bi dest dikevin
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-Bakur) li Diyarbekirê, li ser êrîşa ku duh (09.10.2016) li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çêbû û 10 leşkerên Tirk û 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyekê da.
K24 – Diyarbekir

Rayedarên PDK-Bakur dibêjin; bi êrîşên çekdarî û xwekujiyê pirsgirêka Kurdan çareser nabe û divê Hikûmeta AK Partiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan, berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Rêveberiya PDK-Bakur, li ser êrîşa Şemzînanê ku ji aliyê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li hember leşkerên Artêşa Tirk hat kirin, daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir û balê kişand ser zerar û ziyanên ku bi rêya tundiyê rû didin.
Rêveberiyê amaje kir ku rêya bidestxistina mafên rewa, ne bi rêya kuştinan, encax bi rêya têkoşîneke demokratîk dikare bi dest bikeve.
Her wiha di daxuyaniyê de hat amajekirin ku ji bilî rêbazên demokratîk, rêbazên din xizmeta dijminên Kurdan dikin. Di daxuyaniya ku ji Buroya Çapemeniyê ya PDK-Bakur hat dayîn de, bang li Hikûmeta AK Partiyê (Partiya Dad û Geşepêdanê) jî hat kirin, da ku destûra bingehîn a nû amade bike û hemû mafên Kurdan ên neteweyî radestî wan bike.