Operasyona girtina siyasetmedarên HDP û DBP berdewam e

Heta niha 120 kes hatine girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di operasyonên binçavkirina rêveberên HDP û DBP'ê de hejmara binçavkiriyan gihîşt 120'an. Hevserokên bajêr û navçeyên navendî jî di nav de lêgerîna malên rêveberên herdu partiyan didomin.

Herwiha heta niha Sedemên binçavkirinê ji aliyê rayedarên Dewleta Tirkiyê ve nehatiye ragihandin.

Di operasyona ku vê sibehê li hember endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'ê û Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)'ê hat destpêkirin de li gorî agahiyên dawî, hejmara binçavkirinan gihîşt 120'an û ji ber ku, hîn jî operasyon dewam dike, dibe ku, di saetên pêş de hejmar zêdetir bibe.

Ji ber Rewşa Awarte, parêzer nikarin bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin, ji ber vê jî heta niha sedema van binçavkirinan nehatiye hînbûn.