HPG: Me Deryan Aktert kuşt

Hêzên Parastina Gel (HPG) kuştina Serokê AK-Partiyê yê Şaxa Dîcleyê Deryan Aktert hilgirt ser xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) kuştina Serokê AK-Partiyê yê Şaxa Dîcleyê Deryan Aktert hilgirt ser xwe.

HPGê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, Serokê AK-Partiyê yê Şaxa Dîcleyê Deryan Akter ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin. HPG dibêje, wan Deryan Aktertî ji ber ku xizmeta siyaseta faşîst a AK-Partiyê dike û sîxûrê wê partiyê ye, kuştine.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî derbarê kuştina Deryan Aktertî de got, PKK bi êrîşên xwe yên li dijî siyasetmedarên AK-Partiyê ketiye konaxeke nû.

Şeva borî li cihê karê xwe, Serokê Şaxa AK Partî yê navçeya Pîrana Diyarbekirê Deryan Aktert rastî êrişa komek ji çekdaran hat û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.