“Ji bo herêmeke aram pêdivî bi hevkariya Kurd û Tirkan heye”
Ber bi nêzîkbûna operasyona Mûsil û Raqayê re ku niha wekî mijarek ji mijarên herî girîng ya rojeva cîhanê tê dîtin, şêwe û encamên piştî operasyonê jî di nav hêzên cîhanî û yên li herêmê desthilatdar de, dibin sedema nîqaş û gengeşeyên mezin.
K24 – Stanbol
Ber bi nêzîkbûna operasyona Mûsil û Raqayê re ku niha wekî mijarek ji mijarên herî girîng ya rojeva cîhanê tê dîtin, şêwe û encamên piştî operasyonê jî di nav hêzên cîhanî û yên li herêmê desthilatdar de, dibin sedema nîqaş û gengeşeyên mezin.
Aktorên deshilatdar jî da ku proseyê li gor berjewendiyên xwe biguncînin rê û rêbazên cûda diceribînin. Di heyameke wiha de ku nexşeyên Rojhilata Navîn û sînorên dewletan ji nû ve tên xêz kirin, yek ji xala girîngiya sereke jî rewş û dahatûya Kurdan ya di proseya vê meselê de ye.
Li gor Prof. Dr Fuat Keymanê ku yek ji girîngtirîn pisporê polîtîkayên derve yê Tirkiyê ye, ev mijar ji bo dahatûya Rojhilata Navîn mijareke gelekî girîng e. Prof Keyman di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Van salên dawiyê de Kurd li Iraq û Sûriyê bûn aktorên giring. Li gor min ev girîngî dê berdewam bike. Lê ji bo ku Kurd wekî aktorên giring bikarin berdewam bikin, gelo dê rêyeke çawa bibijêrin? ev giring e. Li gor min rêya vê li ser hevkariya Kurd û Tirkan e.''
Prof Keyman bal kişand ser hevkariya Hikûmeta Kurdistan û Tirkiyê û diyar kir, Tirkiye dikarê pêwendiyên bi vî awayî hem di gel Kurdên li Tirkiyê hem jî di gel Kurdên Sûrî de çê bike.
Prof Keyman got jî: ''Bi ya min ev yek pecan e. Proseya aştiyê ya ku Tirkiyê beriya çend salekan rêvebirî vê daxwazê nîşan dide. Lê ew prose sekinî. Heger PYD û PKKê dest ji polîtîkayên li dijî Tirkiyê berdin û daxwazên bikarin bên qebûlkirin bixwazin; Tirkiye dikare cardî gavên nû biavêje. Ev dê hem ji bo berjewendiya Kurdan baş be hem jî ji bo berjewendiya Tirkan. Li gor min, ji bo ku Kurd bikarin destkeftiyên xwe biparêzîn rêya herî baş ev e.''
Li Rojhilata Navîn yek ji meseleya ku rola Kurdan wekî mijareke sereke tê rojavê operasyona Mûsilê ye. Di derbarê vê mijarê de Hikûmeta Kurdistanê ji bo çareserkirina arîşeya di navbera Hikûmeta Iraq û Tirkiyê de hewldaneke girîng nîşan da, lê mixabin arîşe hê tam safî nebûye.
Li gor pisporê polîtîkayên derve Mensûr Akgûn, DYE dixwaze li ser meseleya Iraqê re Tirkiyê û Îranê bîne pêşberî hev. Akgun got: ''Divê ev krîz bê çareserkirin. Hem ji bo Iraqê, hem ji bo dahatûya herêmê, hem jî ji bo Tirkiyê ev pêwîst e. Anku divê ev krîz neyê mezinkirin. Birêz Barzanî li ser vê mijarê gavên gelekî giring û baş avêtin, wisa diyare ku birêz Barzanî dê vê rola xwe berdewam bike. Divê ev hêrêm nebe cihê şerê mezheban.''
Diyar e ku bi nêzîkbûna operasyona Mûsil û Raqayê re gav û tevgerên hêzên cîhanî û yên herêmî jî dê zêdetir bibin.