Kerby:Hêza Tirkiyê li Iraqê ne beşek ji Hevpeymaniya Navneteweî ne
Divê hemû welat rêzê ji serweriya Iraqê re bigre.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezîrata Derve ya Amerîkayê John Kirby ragehand ku, divê hemû cîranên Iraqê rêzê ji serweriya Iraqê bigirin û leşkerên Tirkiyê yên li Iraqê ne beşek Hevpeymana Navnetewî ne.
Derbarê vê yekê Berdevkê Wezîrata Derve ya Amerîkayê John Kirby di kongiryeke rojnamevanî de bersiva pirsên rojnamegeran da.Kerby derbarê gotinên Serokomarê Tirkiyê yên bo Mûsil û Serokwezîrê Iraqê de, da zanîn, divê hemû cîranên Iraqê bo yekparebûna xaka wî welatî rêzdar bin.
Herwiha got:Hêzên Tirkiyê yên li Iraqê ne, wek ne parçeyek hevpeymaniya navnetewî ne li wê derê ne û pirsa Başîka divê di navbera hikûmetên Tirkiyê û Iraqê de were çareserkirin.
Kirby got ku, ew piştevaniya gotubêjên navbera Iraq û Tirkiyê dikin û dixwazin demek zû kêşe çareser bibin û bang li hemû aliyan kir ku, neyarê hevpar DAIŞ e û divê gavên hemaheng li dijî DAIŞ bên avêtin.