Li Bakur di mehekê de 3 rêveberên AKPê hatin kuştin
"Divê PKK dest ji kuştinên siyasî berde"
K24-Navenda Nûçeyan
Ev qêrîn û hawar ji bo Serokê AK Partiyê yê Navçeya Pîrana Diyarbekirê, Deryan Aktertin. Aktert, şeva 10'ê Cotmehê saet di 11:30'an de li benzînxaneya xwe ya li ser rêya Pîranê, di êrişeke çekdarî de hat kuştin.
Ji bo Aktert merasîmeke oxirkirina cenazeyî hat lidarxistin. Wezîr, parlementer, parêzger û rayedarên AK Partiyê jî beşdarî merasîmê bûn. Wezîrê Ajalvaniyê yê Berê û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker, bertek nîşanî PKK'ê da û got; PKK'ê ji bo Kurdan tu gavên bi xêr nehavêtine.
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Mehdî Eker wiha got:
"Di hedefa PKK'ê de AK Partî heye. PKK dixwaze bi van êrişan xelkê bitirsîne û eleqeya xelkê ji AK Partiyê qut bike."
Xizmên Aktert ragihandin ku beriya niha jî 3 caran ji aliyê PKK'ê ve gef li Deryan Aktert hatiye xwarin lê ne dewletê ne jî partiya wî tu bergirên ewlehiyê negirtine.
Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu jî amaje kir ku, tu eleqeya tundiya PKKê bi demokrasî, azadî, siyaset û doza Kurdî re tuneye.
Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu jî wiha axifî:"PKK li Rojhilata Navîn xulamtiya hêzên emperyalîst dike. Lê vî gelî stûyê xwe tu caran ji tu kesî re xwar nekiriye, ev gel stûyê xwe xwar nake."
Cenazeyê Aktert piştî wecîbiyên olî,li gundê wî hat binaxkirin. Di 30 rojên dawîn de li Şemzînana Colemêrgê, li Qelqeliya Wanê û li navçeya Pîranê ya Diyarbekirê, 3 rêveberên AK Partiyê hatin kuştin. AK Partî û MHP dibêjin dê dewlet heta ku PKK'ê ji holê rake têbikoşe. Lê CHP, HDP, Partiyên Kurdistanî û saziyên sivîl kuştina siyasetmedaran bi zimanekî tund rexne dikin û amaje dikin ku divê PKK dest ji kuştinên siyasî berde, rêveberên dewletê jî bi aqilê selîm li çareseriyeke demokratîk bigerin.