5 gundên navçeya Tetwan qedexeya derketinê lê hat ragehandin
Piştî ragehandina qedexeyê, balefirên şer herêm bombebaran kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê di 5 gundên navçeya Tetwan ya Bedlîsê de qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Parêzgariya Bedlîsê da xuyakirin, li navçeya Tetwanê deverên gundên Oranis û Sînegirê bi giştî di 5 gundan de heta fermanek nû qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Piştî ragehandina qedexeyê, balefirên şer herêm bombebaran kirin.
Li aliyê din, gerîlayên PKK li bajarê Dîlokê navçeya Îslahiye êriş li kargehek madenê kirin û li wê derê 4 barhilgir û alavên din şewitandin.