Brîtanya daxwaza xwepêşandanan li dijî Rûsyayê dike
Brîtanya ji hewlesta Rûsyayê dilgiran e.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê daxwaza xwepşandanan li dijî Rûsyayê dike daku, şerê xwe li Sûriyê rawestîne.
Derbarê nerazîbûna çend welatan ji helwesta Rûsyayê di piştgiriya rejîma Sûriyê de û topbarankirina bajarê Helebê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Porîs Conson daxwaz derketina xweşandanan kir li dijî Rûsyayê.
Conson di civîna perlamentoya welatê xwe ya ku, taybet li ser rewşa bajarê Helebê hatibû girêdan da zanîn ku, belge hene ku, Rûsyayê karwanê alîkariyên mirovî kiriye armanc, daku, ew alîkarî negehin navçeyên dorpêçkirî.
Herwiha daxwaz ji Rûsya û rejîma Sûriyê kir ku, êrîşa li ser başarê Helebê rawestînin.