Papayê Vetîkanê daxwaza parastina sivîlan li Sûriyê dike
Herwiha Daxwaza agirbesteke bi lez kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Papayê Vetîkanê Papa Ferensîs di qada Gidîs Pitros û li pêşiyan hesaran kes daxwaza rawestandina şer li Sûriyê kir, herwiha daxwaz kir ku, rê li pêşiya sivîlan were vekirin daku, ji navçeyên dorpêşkirî derkevin.
Di gotara xwe ya heftiyane de Papayê Vetîkanê Papa Ferensîs daxwaz ji serkirdeyên cîhanê kir ku, welatiyên sivîl biparêz in, taybet zarokên ku, ji ber şerûpevçûnan, herwiha topbaranê li rojhelatê bajarê Helebê asê mane.