Tuncel: "Ger siyasetmedar bên girtin dê tundî zêdetir Bibin"

Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel, bi civîneke çapameniyê rewşa dawî û girtina siyasetmedarên DBPê û yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nirxand.

K24 – Diyarbekir

Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel, bi civîneke çapameniyê rewşa dawî û girtina siyasetmedarên DBPê û yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nirxand.

Tuncel diyar kir ku, ji ber li Tirkiyê rewşa awarte heye, ew jî ji bo agahiyên awarte civînan lidar dixin. Hevsreroka DBPê dazanîn ku hikûmeta AKPê partiya wan û HDPê ji bo xwe kiriye armanc û dixwazin bi girtina siyasetmedarên Kurd dengê Kurdan qut bikin.

Sabaht Tuncel daxuyand ku, bi girtin û binçav kirina siyasetmedaran take rê tê hiştin bo civakê ew jî şer û tundî ne. Divê ji bo encamhatina rewşa awarte, rêya danûstandin û diyalogê bê vekirin an jî zirar û ziyanên encamdayînên zêdebûyîna tundiyan, ji ti kesî re ti tiştekî kêrhatî peyda nake, berovajî dibe egera têkçûyînan.

Tuncel ragihand ku, heta niha li sêrtê 27, li Diyarbekirê 53, li Wanê 27, Qersê 23 û Colemêrgê jî 9 hevserok, rêvebir û endamên HDPê û DBPê hatine girtin.

Hevsreroka DBPê Tunce dazanîn ku, li seranserî Tirkiyê ji ber tundrewiyan bûye ciyê metirsiyê û bal kişand ku rewşa Tirkiyê her diçe xirabtir dibe.