Kalkan: Dibe ku di her kêliyê de HDP ji holê were rakirin
Endamê Komîteya Rêveber ê (PKK) Duran Kalkan ragihand: Tenê weke partiya opozisyonê, tenê HDP maye û dibe ku di her kêliyê de HDP ji holê were rakirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Rêveber ê (PKK) Duran Kalkan ragihand: Tenê weke partiya opozisyonê, tenê HDP maye û dibe ku di her kêliyê de HDP ji holê were rakirin.
Endamê Komîteya Rêveber ê PKK'ê Duran Kalkan di hevpeyvîna ligel Ajansa Nûçeyan a Firatê de ragihand: Li Tirkiyê weke partiya opozisyonê tenê HDP maye û dibe ku di her kêliyê de HDP jî ji holê were rakirin.
Her wiha Kalkan ragihand li Tirkiyê hemû partiyên opozisyonê hatine bêdengkirin û got: “Êdî kes nikare qala hebûna MHP û CHP'ê bike. Piştî ku darbeya Rewşa Awarte ya 20'ê Tîrmehê erê kirin, CHP û MHP ji holê rabûn.”
Kalkan diyar kir, bi navê opozîsyon bi tenê HDP maye û got: “Bi rakirina destnedanan, desteserkirina şaredariyan û bi terora zextê dike ku nikaribe xwe bilivîne, deng derxîne. Mîna şûrê Demokles, gefa girtinê li HDP'yiyan dixwe.”
Kalkan got: "Eger li cihekî faşîzm hebe, pêwîst e li dijî wê berxwedaneke demokratîk a leheng jî hebe. Pêwîstiya Tirkiyê niha bi berxwedaneke bi vî rengî ya demokratîk heye.”