Kurtulmuş: Rûsya û Amerîka li ber şerekî cîhanî ne

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, ji bo mijara Sûriyê dibe ku Rûsya û Amerîka li ber şerekî cîhanî bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, ji bo mijara Sûriyê dibe ku Rûsya û Amerîka li ber şerekî cîhanî bin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş îro di daxuyaniyeke rojnemevanî de ragihand, ku Amerîka û Rûsya gihane sînorê rûbirûbûna rasterast. Kurtulmuş hişyarî da ku, her du alî dibe ku li ber encamdana şerekî cîhanî bin.

Kurtulmuş got jî, Tirkiye welatiyên Sûriyê fêrî rêvebirina welatê wan nake. Nabe jî ne rêjîma Esed, ne ya Rûsiya û ne jî ya Îranê vê yekê bikin, lê belê pêwîst e miletê Sûriyê biryara çarenivîsa xwe bide.