Li Şirnexê şer derket

Li bajarê Şirnexê, navçeya Elkê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşê hêzên leşkerî yên Tirkiyê kirin û leşkerek hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Li bajarê Şirnexê, navçeya Elkê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşê hêzên leşkerî yên Tirkiyê kirin û leşkerek hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Hat zanîn, îro danê sibê li gundewarên çiyayê Katoyê li navçeya Elkê piştî gerîlayên PKKê êrîşek bombeyî li ser  hêzên leşkerî yên Tirkiyê kirin, di navbera wan de pevçûneke dijwar derket.

Di encamê de leşkerek hate kuştin 4 leşker û cerdevanekî jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Piştî şerê li Çiyayê Katoyê operasyonek berfereh hate destpêkirin.