Kalkan banga Kongireya Netewî dike
Endamê Komîteya Rêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan banga Kongireya Netewî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Rêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan banga Kongireya Netewî kir.
Kalkan pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê bersivand û got: “Kurd ji qonaxeke xeternak derbas dibin. Pêwîst e hemû rêxistinên Kurdan werin ba hev û kongireyek netewî pêk bînin. Xetereya li ser Kurdan tenê bi kongireyek netewî dê were şikênandin.”
Kalkan diyar kir Ku, wan heta niha gelek caran banga yekîtiyê kirine, vê care jî beyî ku ew roj derbas bikin û xeter mezintir nebibe, bila bi siyasetek hevpar yekrêziya Kurdan ava bibe.