Jineke Kurd metirsiya bidarvekirinê li ser e

Jineke Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi tuhmeta kuştina mêrê xwe biryara bidarvekirinê li ser e, ku biryar bû îro bê bidarvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jineke Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi tuhmeta kuştina mêrê xwe biryara bidarvekirinê li ser e, ku biryar bû îro bê bidarvekirin.

Zîneb Sikanowend ya 22 salî, di temenê 15 saliyê de mêr kir û piştî 2 salan di meha Adara 2012an de di temenê 17 saliyê de bi tuhmeta kuştina mere xwe hate girtin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî derbarê vê dosyê de ragihand ku, proseya dadgehkirin, tuhmetbarkirin û derxistina biryarê bi awayekî ne dadwerane bûye. Herwiha parêzerê wê jî ji aliyê dadgehê ve, ne ji aliyê wê ve hatibû destnîşankirin û li cihê girtinê jî hatibû îşkencekirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî got jî, Sikanowend di proseya dadgehkirinê de, kuştin mêrê xwe red kiribû û di lêpirsînê de dan pê nedabû wê mêrê xwe kuştiye. Zênebê gotibû ku, ew bi berdewamî ji aliyê birayê mêrê wê ve destdirêjî lê dihat kirin û wî birayê xwe kuştiye.

Her li gor Rêxistina Lêborîna Navdewletî ku, Zênebê gotiye ku birayê mêr ew kuştiye, lê birayê mêr soz daye wê, heger ew kuştinê têxe stûyê xwe, malbata wî dê lê biborînin û wê ji cezayê rizgar bikin.

Lêborîna Navdewletî daxwaznameya bilez ya ragirtina bidarvekirina Zêneb Sikowend ji Rêberê Komara Îslamî, Serokê Dezgeha Dadwerî û Serokê Komara Îranê re şandiye.