Antonio Guterres bû Sekreterê Giştî yê NY

Antonio Guterres, piştî ku ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve bûbû berbijêr, îro di civîna Komeleya Giştî ya NY ve biryar hat pesendkirin û bo 5 salan bû Sekreterê Giştî yê NY.

K24 – Navenda Nûçeyan

Antonio Guterres, piştî ku ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve bûbû berbijêr, îro di civîna Komeleya Giştî ya NY ve biryar hat pesendkirin û bo 5 salan bû Sekreterê Giştî yê NY.

Antonio Guterres, Serokwezîrê berê yê Purtogalê ku 10 salan Komisyerê Bilind yê Penaberan yê NY bû û heta sala 2015an de di wî karî de bû, ji ber wê yekê hejmarek welatên di NY endam ew berbijêr kirin û kirin Sekreterê Giştî.

Ji aliyekî din ve, Guterres deriyê nakokiyan bi ser komek pirsên din de girt, bi taybetî nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsya de, ku  Guterres cihê razemendiya her du aliyan bû.

Her çend e komek rêxistinên sivîlan li ser asta cîhanê daxwaz kirin, ku bo yekem car jinek bibe Sekretera Giştî ya NY, ku Irina Bokova ya Bulgarî û Helen Clark ya Newzîlanda, ji du bêhêztirîn berbijêrên jin bûn, lê Guterres karî di tevahiya 7 qonaxên hilbijartinê de serkeftinê bidest bixe.

Guterres ê Purtogalî, li cihê Ban Ki-Moon ê Koryaya Başûr dest bi kar dike, ku di 2 xulekên li dû hev Sekreterê Giştî yê NY bû.