Li Wanê 2 teqîn çêbûn: 12 leşker birîndar bûn

Birîna du leşkeran giran e.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê û Colemêrgê 2 teqîn rûdan û 12 leşker birîndar bûn.

Îro, li bajarê Wanê navçeya Elbakê teqemaniya ku, li ser rê hatibû bicihkirin dema otombîla leşkerî derbas dibû hate teqandin.

Di encama wê teqînê de 2 ji wan bigiranî 8 leşker birîndar bûn. Ji alîkî din ve li bajarê Colemêrgê navçeya Şemzînanê jî bi heman şêweyî teqînek din rûda û li gor zanyariyên dawî 4 leşker birîndar bûne.

Birîndar li nexweşxaneyê hatin vegûhestin û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li xeta Wan û Colemêrgê operasyonek berfireh dan destpêkirin.