Ebadî li Kerkûkê ye
Biryare li gel fermandarên pêşmerge bicive.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdanekê giheşte parêzgeha Kerkûkê.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Kerkûkê ragehand ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî giheşte Kerkûkê û serdana sengerên pêşmerge kir û biryare li gel fermandarên pêşmerge dicive.
Herwiha peyamnêrê K24ê da zanîn ku, pirsa Neft, operasyona Mûsilê, mafên darayî, hilbijartin û mamoste babetên serke yên civîna Ebadî ligel berpirsên Kerkûkê û parêzgarê wê Necmedîn Kerîm ne.