Li ser rêya Mêrdîn û Diyarbekirê teqînek çêbû
Di encam de 3ê leşker hatin kuştin û16e jî birîndar bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li 3ê bajarên bakurê bakurê Kurdistanê bi teqînan hatine hejandin û li gor zanyariyên destpêkê 3 leşker hatin kuştin û16e leşker jî birîndar bûn.
Îro danê sibê, li ser rêya Mêrdîn û Diyarbekirê bombeya ku, hatibû bicihkirin dema otombîleke leşkerî derbas dibû hate teqandin.
Di encama wê teqînê de 3 leşker hatin kuştin 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li bajarê Wanê navçeya Elbakê jî teqemaniya ku, li ser rê hatibû bicihkirin dema wesaîta leşkerî derbas dibû hate teqandin. Di encamê de 2 ji wan bigiranî 8 leşker birîndar bûn.
Herwiha li bajarê Colemêrgê navçeya Şemzînanê jî bi heman şêweyî teqînek din rûda û li gor zanyariyên dawî 4 leşker birîndar bûne.