Hevseroka DBP Zulfiye Kîşmîr hate girtin

Zulfiye Kîşmîr ji bo Diyarbekirê hatiye veguhestin û destûra hevdîtina parêzeran jî nehatiye dayîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Şaredariya Pîranê ya Diyarbekirê Zulfiye Kîşmîr, di avahiya Gerînendehiya Ewlehiyê de hat binçavkirin.

Hevseroka şaredariya DBP'ê ku di çarçoveya darizandina xwe de ji bo kirariyên fermî çûbû gerînendehiyê, bêyî ku sedemek were nîşandan, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Hevseroka Şaredariya Pîranê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'ê Zulfiye Kîşmîr, ji ber doza ku bi awayekî serbest dihat darizandin, her roj ji bo destnîşana xwe bide, serî li Gerînendehiya Ewlehiyê ya Pîranê dixist.

Kîşmîr vê sibehê dîsa ji bo destnîşanê bide çû avahiya ewlehiyê û hat amajekirin ku bêyî sedem were nîşandan, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatiye binçavkirin. Hat amajekirin ku Zulfiye Kîşmîr ji bo Diyarbekirê hatiye veguhestin û destûra hevdîtina parêzeran jî nehatiye dayîn.