Esed:Kurd serxwebûnê naxwaz in
Da zanîn ku, wan di şerê li dijî DAIŞ çek dane Kurdan.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehan ku, beşê herî mezin ji Kurdên Sûriyê serxwebûnê naxwazin, herwiha li dijî fedraliyê jî derket û got ku, çawa fedraliyê li Rojava dixwazin û rêjeya herî mezin li wê deverê Erebin.
Derbarê daxwazên Kurdên Rojava yê Kurdistanê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya "Komsomolskaya" ya Rûsî re tekez kir ku, Kurdên Sûriyê serxwebûnê naxwazin.
Esed amaje bi wê yekê kir ku, pêwendiyan wan ligel Kurdan berdewamin û da zanîn ku, di şerê li dijî DAIŞê wan alîkariya Kurdan kirye û çek bi wan re şandine.
Ji aliyeke din ve Esed li dijî fedraliya Kurdan derket û got:"Çawa Kurd fedraliyê li Rojava dixwazin û rêjeya herî zêde li wê deverê Erebin."