Li Stenbolê Mîhrîcana Modeyê berdewam e
Heftiyekê berdewam dike.
K24-Stenbol
Mîhrîcana Modeya Stenbolê ya ku serê vê hefteyê despê kirî bi kelecenake mezin berdewam dike. Di mîhrîcana îsal de defîleya sêwirînera navdar Denîz Berdanê deng veda. Denîz Berdana ku di her defîleyeke xwe de, koleksiyona xwe li ser mijareke civakî ava dike; vê carê bal kişand ser kuştina transeksûelan.
8'mîn mîhrîcana modeya cil û bergan li Stenbolê bi defîleyên rengîn dilê hezkiriyên modeyê geş kir. Sewirînera navdar Denîz Berdana ku di her defîleyeke xwe de bi sêwirîn û temayên cûda derdikeve pêşberî bîneran, di vê mîhrîcanê de jî bala hezkiriyên modayê kişand ser xwe.
Denîz Berdana ku koleksiyoneke bi kêfûşahî û rengahenga popê amade kirî, di sêwirînên xwe de bêtir li ser grafîkên şad û rengên zindî û neon sekinî ye.
Di defîleyê de makyaja modelan ya ku bi rengên tarî hatî çêkirin derkete pêş.
Denîz Berdanê vê carê bi vê koleksiyona xwe xwest balê bikşîne ser kuştina transseksûelan ku van dawiyan gelek transeksûel bi hêrîşên hovane tên kuştin.
Aliyê herî balkêş yê defîleyê jî, bi hevre derketina podyûmê ya Rûzgar Erkoçlarê ku bi sê operasyonan xwe kirî zilam û ya transeksûeleke bû.
Gelek kesên navdar jî ev defîleya serincrakêş bi balkêşiyeke mezin temaşe kirin.
"Defîleyeke newaze bû. Gelekî rengîn û zindî bu. Herwiha gelekî cûda bu. Min gelekî eciband."
"Bi rastî jî min gelekî eciband. Çîtên newaze, cilûbergên newaze… Ji xwe şov bêkêmasî bû. Gelekî bi dilê min bu."
"Ev du sale ez bi wan re dixebitim. Dê îsal jî ji min re cilûbergan çêbikin. Ez ji vê şêwazê gelekî hez dikim."
"Bi ya min ev ne tenê defîleyek bû; ev şoveke newaze bû. Koleksiyoneke newaze û gelekî cûda… Min gelekî eciband. Mûzîk, koreografî hemû jî derasayî bûn.
"Ev mîhrîcan gelekî newaze ye. Ji ber ku ez jî di vê podyomê de cî digirim ez gelekî pê şanazim."
Fashîon weeka ku ji aliyê hezkiriyên modeyê ve bi baldariyeke mezin tê şopandin dê dawiya vê hefteyê bi dawî bibe.