Amerîka 500 leşkerên din dişîne Iraqê

Amerîka di çarçoveya operesyona rizgarkirina Mûsilê de, 500 leşkerên din dişîne Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka di çarçoveya operesyona rizgarkirina Mûsilê de, 500 leşkerên din dişîne Iraqê.

General Josef Martîn di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçoveya operesyona rizgarkirina Mûsilê de, welatê wî 500 leşker ji binkeya Kansasê dişîne Iraqê.

Martin diyar kir, armanca wê hêza nû perwedeyê bi hêzên Iraqî bike û alîkariyê bo operesyona rizgarkirina Mûsilê bike.