Operesyona Dabiqê dest pê kir

Opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê di çarçoveya operesyona Mertala Feratê êrîşî bajarokê Dabiqê ya ser bi Ezazê ve li bakurê Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê di çarçoveya operesyona Mertala Feratê êrîşî bajarokê Dabiqê ya ser bi Ezazê ve li bakurê Sûriyê kir.

Li gor Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan, îro yekîneyên opozîsyona Sûriyê bi tank û topxaneyan digel firokeyên şer yên Tirkiyê dest bi êrîşeke tund li ser bajarokê Dabiqê li bakurê Sûriyê kirin, ku giringiya wî bajarokî ya olî li cem DAIŞê heye.

Li gor Rawengehê, ew operesyon hevdem digel êrîşa li ser bajarokê Sorana  Ezazê ku li bakurê rojhlatê helebê dikeve, tê.

Di hizra DAIŞê de ye, ku dawî şerê ji beriya roja qiyametê di navbera gawir û mislamanan de, dê li Dabiqê bê encamdan, ji ber vê yekê jî giringyeke zêde daye wî bajarokî.