Jinên ENKSê ne razî ne
Dema lidarxistina kongirê asayî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nêzîk dibe û gazinên rêjeya jinê di dezgeh û serokatiya ENKSê de careke din derdikevin holê. Hin jinên di ENKSê de endam dibêjin ku, hêzên siyasî jinê paştguh dikin û ti derfetê nadinê, da ku karînên xwe derxînin. ji aliyekî din ve jî didin zanîn ku, rêjeya kêm ji jinan di hundirê ENKSê de yek ji sedemên sereke ne ku, tI rola jinê di karê ENKSê de tune ye.
K24 – Qamişlo

Endama Rêveberiya Yekîtiya jinên Kurdistanê - Sûriye Arya Cuma'a di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Gelek ofîsên ENKS'ê hene mîna ofîsa Hewarçûnê, Malbatên Şehîdan, Jin, Werzîş, Parêzer, Nivîsgeha Têkiliyên Derve û ya Serokatiyê, lê jimara pêwîst ji jinan di van ofîsan de tune ye û jinên serbixwe tenê 4 yan 5 in. 10 ofîsên ENKS'ê hene û jimara jinan kêm e, tevî wê jî partiyên siyasî jinan beşdar nakin, ev ofîs tev mêr in û beşdarbûna jinan tê de tune ye.”
Partiyên siyasî yên di hundirê ENKSê de ji aliyê xwe ve dibêjin ku, jinê di hemû komîtên ENKSê de cih girtiye, ji bilî komîteyên sereke mîna Komîta Têkiliyên Derve û Serokatiyê.
Serkirdên ENKSê didin zanîn jî, ku di ezmûnên berê de ji wan re hatiye tekezkirin ku, kesên serbixwe nikarin bi barê van karan rabin, herwiha rêxistinên sivîl divê ne wekî rêvebir lê belê wekî çavdêr di ENKSê de kar bikin.
Serkirde di ENKSê de Ebdilsemed Xelef Biro jî got: “Mafê jinê di hundirê ENKS'ê de nehatiye binpêkirin, lê karên di mijarên siyasî û rêxistinî de bi partiyan ve girêdayî ye, ji ber vê yekê divê jin bi rola xwe rabin, bi taybet di warê karê civaka sivîl de.”
Rêjeya jinan di hundirê ENKSê de ji sedî 15 ye, wate nêzî 37 kursiyên kongirê ENKSê para jinê ye, hinek jî dibînin ku ev rêje hejmarekî kêm e, nemaze di vê demê de ku hejmara jinê di civakê de bêhtire ji hejmara mêran e. Ji aliyekî din ve, hin serkirdeyên ENKSê dibînin ku, di civaka Kurdî de mafê her kesî binpê bûye, jina Kurd jî beşek ji vê civakê ye.